Îsraîl : Li Yemenê Kestiyeke me hatiye bindestkirin

Îsraîl : Li Yemenê Kestiyeke me hatiye bindestkirin

PeyamaKurd - Artêşa Israîlê ragenad ku keştiyeke wan bi 22 siwar ve li Deryaya Sor ji aliyê Husiyên Yemenê ve hatiye bindestkirin.

Artêşa Israîlê daxuyandiye ku çi Israîlî di wê keştiyê de nebûn û bindestkirina wê jî rûdaneke metirsîdar e.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê jî girtina wê keştiyê şermezar kir û eşkere jî kir ku wê kiryarê dê encamên cîhanî li ser ewlehiya rêyên hatinûçûnê di nav deryayan de hebin.

Navê keştiya Israîlî Galaxy Leader e û ji Tirkiyeyê ber bi Hindistanê ve diçû. Pêştir jî Husiyan gef kiribûn ku, ew rastî her keştiyeke ku ji  aliyê kompaniyên Israîlî ve bên dê bikin armanc.

Berê jî piştî serhildana şerê Israîl û Hemasê, Husiyên Yemenê hejmareke moşekan, wekî bersivekê ji bo êrîşên Israîlê yên li ser Xezzeyê, avêt Israîlê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin