Guterres: Em ji bo pistgiriya zêdetir, amade ne

Guterres: Em ji bo pistgiriya zêdetir, amade ne

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di derbarê erdheja ku li Hatayê çêbû de ragihand ku heger hewcedarî hebe, ew ê alîkariya zêdetir bikin.

Antonio Guterres, di derbarê erdheja ku duh êvarê bi lerza 6,4 li navçeya Defne ya Hatayê bû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got,

"Hest û ramanên min li gel gelê Tirkiye û Suriyeyê ye ku îşev bi erdhejên nû yên li herêmê rû bi rû ne. Tîmên Neteweyên Yekbûyî yên li herêmê, rewşê dinirxînin. Heger hewce bike, em amade ne ku piştgiriyek zêde bidin.”

Duh êvarê saet di di 20:04an de li navçeya Defneyê û saet di 20:07an de jî li navçeya Samandaxê ya Hatayê, li peyî hev 2 erdhej çêbûn û ev erdhej li bajarên wekî Diyarbekir, Meletî, Riha, Dîlok, Mereş û Binxeta Hesîçayê hat hîskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin