"Dem diqede û divê Netanyahu were rawestandin"

"Dem diqede û divê Netanyahu were rawestandin"

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan ragihand, dibe ku Hizbullaha Lubnanê di saetên pêş de li dijî Îsraîlê êrîşeke pêşîlêgir pêk bîne.

Abdullahiyan di hevpeyvîna xwe ya taybet de ku di televîzyona dewletê de zindî hat weşandin de nakokiyên di navbera komên Filistînî û Îsraîlê de nirxand.

Abdullahiyan diyar kir, serokên komên Filistînî yên ku ew jê re dibêjin "Eniya Berxwedanê" jê re gotine, "Eger ji bo pêşîgirtina li êrîşên Îsraîlê tedbîrên siyasî bên girtin, em ê rewşê li ber çavan bigirin, lê heke şer dewam bike, hemû îhtîmal mumkin in." Wî got: "Heke ji firsendên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên dayîn sûd neyê girtin, wê eniya şer a li dijî Rejîma Siyonîst berfirehtir bibe."

Abdullahiyan diyar kir, dibe ku Hizbullaha Lubnanê ya ku Îran piştgiriya wê dike di saetên pêş de li dijî Îsraîlê çalakiyek pêk bîne û wiha got: "Rêberên berxwedanê rê nadin ku Rejîma Siyonîst li Gazzeyê ti çalakiyek (êrîşa bejayî) bike û paşê li navçeyên din serî li hêzên berxwedanê bide. Hemû bijarde li pêş Hizbullahê ne."

Abdullahiyan got, "Di saetên pêş de îhtîmala her êrîşeke pêşîlêgirtinê ji aliyê eniya berxwedanê ve tê payîn."

Abdullahiyan ku hişyarî da Amerîkayê jî got, "Serdema van peyamên xapînok bi dawî bûye. Ez hişyariyê didim. Ne dereng e ku li şûna peyamên xapandinê dev ji kuştina zarok û jinan berdin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin