Caferî hevdîtinên nepen ên Sûriye û Tirkiyê eskere kirin!

Caferî hevdîtinên nepen ên Sûriye û Tirkiyê eskere kirin!

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar El-Caferî eşkere kir ku hevdîtin di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatine kirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Beşar El-Caferî di hevpeyvîneke ligel Kanala Al Mayadeen de ji bo Tirkiyê got, “Tirkiyê bi çar caran ji Golanê mezintir, xaka Sûriyê dagir kiriye.”

Caferî eşkere kir: “Hevdîtinên ewlehiyê di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatin kirin, lê bê encam bûn.”

Caferî bal kişandiye ser qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve diyar kiriye: “Qutkirina avê li ser Sûriyê cîrantiya baş nîşan nade.”

Caferî di hevpeyvînê de daye xuyakirin, “Sedema bingehîn a rûbirûbûna bi berjewendiyên welatên rojava re, projeya Îsraîlê ya li herêmê ye" û destnîşan kir: "Gelên Ereb di parastina mafên Fîlîstîniyan de li pêşiya hikumetên xwe ne".

Di berdewamê de Caferî got: “Gotinên taifî û mezhebî êdî bandorê li Sûriyan nake û hişmendiya Sûriyê jî yek ji sedemên serketina me ye.”

Caferî daye zanîn: “Eger Rûsya û Çîn di Encûmena Asayişa Navdewletî  de nebûna, dê tiştên îro ji xirabtir rû bidana. Welatên rojava di 9 salan de, 8 komîte ava kirin da ku destewerdanê di karûbarên Sûriyê de bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin