PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa PKKê ya ser Hêzên Pêşmege, li nahiya Çemankê ya Amêdiyê, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yên perçeyên Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya Herêma Kurdistanê bigire.
ENKSê di daxuyaniya xwe de dide zanîn, di dema serkirdayetiya Herêma Kurdistanê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di hemû warên siyasî, aborî û îdarî de bipêş dixîne, di 4ê Mijdarê de komeke PKKê êrîşeke çekdarî bir ser hêzên Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû û 2 Pêşmergeyên din birîndar bûn.
ENKS dibêje ew “Bi tundtirîn gotin vê êrîşa PKK li ser Pêşmerge şermezar dike” û ji PKKê dixwaze ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqê bigire.
Herwiha ENKS ji PKKê dixwaze rêzê li taybetmendiya her parçeyên Kurdistanê bigire û bi taybetî parastina tecrubeya Herêma Kurdistanê.
ENKSê di beşeke din a daxuyaniyê de diyar dike: “Divê PKKê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya wî bigire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin