PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Kuwêtê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Kuwêtê eşkere kir, Kuwêt armanckirina bajarê Hewlêrê bi droneke bombekirî, şermezar dike, ku bûye sedema birîndarbûna hejmarek welatiyan.
Di berdewamiya daxuyaniye de Kuwetê destnîşan kiriye ku Dewleta Kuwêtê li cem Komara Iraqê ye û piştevaniya hemû rêkarên ji bo parastina asayîş û seqamgîriyê dike û ji bo birîndaran hêviya silametiyê dixwaze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin