Kesên ji zîndana Efrînê reviyan: Di zîndanê de îskenca zêde heye

Kesên ji zîndana Efrînê reviyan: Di zîndanê de îskenca zêde heye

PeyamaKurd – Grûbekî zîndaniyên Efrînê yên zîndana Mare yê ji zîndanê reviyan û gotin ku di zîndana Mare de îşkenceyek mezin heye ku zîndan di bin kontrola Tumena Hamze de ye ku ew jî di bin fermana Tirkiyê de ye. Navenda ku îhlalên Mafên Mirovan belge dikin ya Rojava ragihand ku grûbekî zîndanî ji zîndana Mare reviyaye. Navend got; kesekî bi navê Raman ku ji zîndanê reviyaye û niha li Efrînê ye, gotiye ku bi dehan kesên di zîndanê de di îşkencê de an di şertên xerab yên zîndanê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor gotinên Raman, kesê ku lê îşkence dikin, wî derman nakin û paşî bi sedema îşkencê dimre. Kesên ku dimrin, wan nêzî zîndanê dixin bin axê. Raman ragihandiye ku ji berdana wî jê 6 hezar dolar xwestine û pere nedaye û reviyaye.

Di bin destê grûbên çekdar yên li Efrînê de 25 zîndan hene. Di nav wan de yên sereke, zîndanên Mare, Basût, Mehet û Raco hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin