Almanya jeneratorên sîstema hewayî difrose Emaratan

Almanya jeneratorên sîstema hewayî difrose Emaratan

PeyamaKurd- Almanya bo firotina techîzatên sîlihan bi taybetî bo jeneratorên sîstema hewayî ku bê wan jeneratoran sîstem nikare bixebite biryar da ku bifroşe dewleta Emaratan.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan ya Almanya (DPA) yê; bi serpereştiya serokwezîr Angela Merkel Konseya Ewlekariyê ya Federal biryarê daye ku jeneratoran bifroşin Emaratan. Şîrketa bi navê Jenoptik Power Systems ku li eyaleta Bavyerayê ye bo sîstema hewayî Patriotan enerjiyê hildiberîne û konsey bo firotina jeneratorên şîrketê biryarê daye.

Di nûçeyê de nehat gotin bê çend jenerator an bi bihayê çiqasî wê cîhazan bifroşin Emaratan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin