Di artêsa Alman de krîz: NATO di erkên xwe de zehmetiyan diksîne!

Di artêsa Alman de krîz: NATO di erkên xwe de zehmetiyan diksîne!

PeyamaKurd Hate balkişandin ku di artêşa Alman de ku ji şerê Ûkraynayê desteka leşkerî ya giran da rêveberiya Kîevê, kêmasiya alavên leşkerî heye. Li gorî rapora ku Wezareta Parastinê ya li Almanyayê der barê mijarê de amade kir, hate destnîşankirin ku artêş ji bo bi temamî erkên xwe yên navneteweyî yên wekî NATOyê bi cih bîne rastî zehmetiyên mezin hatiye.

Li gorî rapora veşartî ya Wezareta Parastinê ya li ser kêmasiyên leşkerî yên li Almanyayê, ku pêşkêşî Komîteya Parastinê ya Meclîsê hat kirin û ji çapemeniyê re derket, artêşa Almanya Bundeswehr, ji ber kêmasiyên xwe yên berbiçav, tenê di asteke sînordar de dikare erkên NATOyê pêk bîne.

Girîngiya sînorkirî li ser çek û alavên artêşê!

Li gorî nûçeya di çapemeniya Alman de cih girt, di raporê de hate gotin ku artêş ji ber dijwariya çekên topavêj, pergalên parastina hewayî û teknolojiya nûjen a ragihandinê ya di keştiyên şer de tenê dikare bi awayekî sînordar tevkariyê bike.

Di raporê de her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo hemû hêzên çekdar amadekariya operasyonê ji nû ve bê avakirin.

Hat destnîşankirin ku rewşa madî, personel û perwerdeyê ya artêşa Almanyayê jî xerab e û hat gotin ku belkî heta meha Adarê hêzên deryayî yên Almanyayê nekarin gemiyê bişînin nûnertiya UNIFIL ya Neteweyên Yekbûyî ya li peravên Lubnanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin