PeyamaKurd - Fuad Masûmê ku li ser navê Kurdan bû serokkomarê Iraqê, ji ber helwesta xwe ya Iraqçîtiyê berdewam dike, careke din kesûkarên wî ji ber wî şermizar bûn.
Di yekemîn rûniştina heyama çarem a parlamentoya Iraqê de serokkomarê Iraqê Fuad Masûm, gotarek pêşkeş kir û di wê gotara xwe de tu amajeyek bi Kurdan, Kurdistanê û Pêşmerge nekir, ev mijar di torên civakî de bû mijara rexneyan li ser Fuad Masûm û wek hêvinê şermezariyê bo wî bixwe û YNKê hat nirxandin.
Li ser vê mijarê, Endamê Parlamentoya Iraqê yê PDKê Rêbiwar Ebdulrehman ragihand: ‘’Fuad Masûm ne wek serokkomar û ne jî wek Kurd tu rolek nedît. Nabe ew ji Erebekî zêdetir Iraqçîtiyê bike, ji ber ku Ereb li ser erkekê bin diaxivin û navê Kurd wek hevbeşekî Iraqê tînin. Lê Fuad Masûm herçend Kurd e jî û li ser navê Kurdan bûye serokkomar heta niha ew tişt nekiriye.’’
Herwiha got, pêwîstbû serokkomarê Iraqê bi awayekî navê Pêşmerge anîba û behsa zîrekiya wan kiriba. Ji ber Pêşmerge Iraq û hemû navçe ji DAIŞê parast. Ji ber wê em Fuad Masûm rexne dikin û helwêsta wî wek hemû helwêstên wî yên berê yê li hember bûyerên li ser Kurdistanê de hatin bê helwêst bû.’’
Herwiha got: ‘’Di dema desthilata Fuad Masûm de Iraq çend qonaxan de derbas bû. Navçeyên Kurdistanê ketin dest DAIŞê, lê Pêşmerge berevanî lê kirin û ew navçeyane rizgar kirin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin