YNKê biryara xwe da, kongreya çaremîn 21ê Mijdarê tê lidarxistin

YNKê biryara xwe da, kongreya çaremîn 21ê Mijdarê tê lidarxistin

PeyamaKurd - Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetiya Yekîkîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro civiyan û piştî civînê hat ragihandin ku biryar hatiye standin kongreya çarem a YNKê 21ê meha 11 ya îsal were lidarxistin.

Beriya niha jî Mekteba Siyasî ya YNKê çend civîn ligel melbendên xwe saz kiribûn ji bo encamdana kongreya çarem apartiyê. Îro yekşemê jî di encama cîvîna Encumena Serkirdayetiya YNKê û Mekteba Siyasî ya YNKê de pêşniyaz hate kirin ku kongre 21/11/2019an da were lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, YNKê di dîroka xwe de heta aniha sê kongre çêkirine ku kongreya yekem  di 01/6/1975an de li Şamê YNK hat damezirandin.

24ê Çileya 2018an jî serkirdayetîya YNKê biryar da 5ê Adara 2018an kongreye pêk bînin lê belê beşek ji endamê serkirdayetiyê ew yek red kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin