Li Stenbolê projeya 'Konsera Govendên Kurdî' tê lidarxistin

Li Stenbolê projeya 'Konsera Govendên Kurdî' tê lidarxistin

PeyamaKurd Hunermend Arjen Brûsk projeya xwe ya "Konsera Govendên Kurdî" li Stenbolê li dar dixe.

Arjen Brûsk dansger, muzîkar, mamoste, koreograf, pêşkêşvan, hunermendê performansê ye. Ew ji Beşa Dansên Gel ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bûye û ev demek dirêj e li ser dansên gel, kareografî û hunerên cur bi cur dixebite.

Herwiha Brûsk ku berê jî "Konsera Govendên Kurdî" li dar xistibû, bi vê xebata xwe careke din derdikeve pêşberî hunerhezan.

Hêjayî gotinê ye, konsera wî ya niha 16ê vê mehê saet 21.00an de li Taksîm Arjen Lupenê ye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin