PeyamaKurd -Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li parlamantoyaTirkîyê axivî û got ku şervanên YPGê ji hinek heremên li ser sînorê Sûriyê venekşiyane.
Herwiha Erdogan got ku bi şêwazeke dijî rêketina navbera Tirkiyê û Amerîka, hezên Amerîkî bi hezên kurdan re, hîn jî nobedarîyên hevbeş pêk tînin.
Erdogan gefa dubare destpêkirina operasyonê xwar û got: “Şervanên YPGê li rojhilatê Kobanî jî hene. Ka emê bi çawa amaje bikin ku li wê heremê ku biryara vekişandine hatibû girtin, Amerîka bi rexistinên terorê re dewriyeyên nobedariyên hevbeş dike. Ev di naveroka rêkeftiana me de tune ye.”
Li aliyê din hezên Rûsya û Tirkîyê li rojhilata bakurê Surîyê li nezika bajarê Kobanî,nobedarîya hevbeş ya bo cara duyê pêk anîn ku di çerçova peymana di navbera Moskowê û Enqerê ku şervanên YPGê ji 30 km ji sînorê Tirkiyê dûr bixin.
Washington û Moskow didin ragihandin ku şervanên YPGê ji herema sinor vekşiyane, lê Erdogan vekişîna YPGê red dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin