Parlamentoya Kurdistanê: Di sala 2022yan de em statûya Kurdistanê bi destûreke nû bihêz bikin!

Parlamentoya Kurdistanê: Di sala 2022yan de em statûya Kurdistanê bi destûreke nû bihêz bikin!

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê sersala nû ya 2022yan bi daxuyaniyekê pîroz kir û ragihand: “Em ji hemû hêz û aliyên siyasî daxwaz dikin, bi yekrêzî û ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin.” Herwiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku di sala nû de bi nivîsandina destûreke nû re statuya Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hat gotin: “Bi boneya hatina sersala nû ya zayînî, em pîrozbahiyên herî ciwan li Kurdistaniyan û li hemû gelên Iraq û cîhanê dikin.”

Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Em hêviya saleke nû ya gelek aram û bextewar ji bo her kesî dixwazin, em xwazyar in sala nû destpêkeke geş bibe ji bo başkirina debara xelkê û çespandina mafên welatiyan û bihêzkirina saziyên niştimanî, ku ji bo pêkatina wan, xelkê Kurdistanê gelek qurbanî dane.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin: “Em li vir ji hemû hêz û aliyên siyasî daxwaz dikin ku bi yekrêzî û ruhê lêborînê ligel hev tevbigerin û em hemû zemîna desteberkirina maf û heqên destûrî yên Kurdistaniyan pêk bînin.”

Di dawîyê de hat gotin: “Em hêvîdar in sala 2022yan bibe destpêka rawestgeheke nû ji bo zêdetir bi hev re xebat ji bo siberojeke baştir û vejîna zêdetir a welat û bidawîbûna hemû nexweşî û nebaşiyan, herwiha em hemû hewl bidin ku Kurdistanê bikin xwedî destûrek ku maf û erkê hemû aliyan diyar bike û bibe sedemek ji bo bihêztirbûna statuya Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin