Lavrov: HSD bi vegera Amerîka re êdî guh nade rêkeftinan

Lavrov: HSD bi vegera Amerîka re êdî guh nade rêkeftinan

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Tirkiye li gorî agirbest û rêkeftinên hatine kirin tevdigere, lê berevajî wê piştî Amerîkayê ji biryara vekişandina hêzên xwe poşman bû, HSDê jî guh nade bicihkirina wê rêkeftinê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di civîneke rojnamevanî ya ligel hevtayê xwe yê Îslendî de ragihand, “Berevajî daxuyaniyên Kurdan, ti zanyarî li cem me nîn in ku Tirkiye pabendî têgihîştina Soçî a li ser bakurê Sûriyê nebûye.”

Lavrov got: “Şîreta li HSDê û serkidatiya siyasî ya Kurd bi giştî dikim, pabendî sozê xwe bibin, ji ber ku piştî têgihîştina 22 Cotmehê, me erêkirina bicihkirina wê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed û serkirdatiya Kurd wergirt û wan got ewê hevkar bin”.

Lavrov destnîşan kir, mafên Kurdan tenê bi serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bicih dibin û ji HSDê jî xwest, danûstandinên giştî bi Hikûmeta Sûriyê re bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir, girîngîpêdana HSDê bi têgihîştina Rûsî – Tirkî, ji piştî vegera Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kêm bûye.

Lavrov wiha axivî: “Dema Amerîka biryar da hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, wan (Kurdan) yekser pabendbûna xwe bi xalên wê têgihîştinê ragihand, lê piştre helwesta xwe guhartin. Ez şîretê li Kurdan dikim, li ser helwesta xwe bin û xwe nexin nava helwestên gûmanewî.”

Her çiqas Lavrov vê hişyariyê dide hêzên Kurd jî HSD rojane bi daxuyaniyan diyar dike ku Tirkiye rojane agirbestê binpê dike û êrîşî herêmên wan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin