PeyamaKurd – Kesekî hemwelatiyê Sûriyê yê bi navê Ahmet El İsa (20), li bajarê Meletiyê li navça Battalxaziyê li îskela bi navê Atabay de, di ava baraja Karakaya de dît ku birayê wî di avê de bêçare maye, yekser xwe avêt nav avê û birayê xwe heya qerexê ava barajê anî. Birayê xwe teslîmê mirovên xwe kir lê ew bi xwe ket ber pêlên avê.
Li ser bûyerê tîmên noqavê û yên pêwendîdar ji mijarê hatin agahdarkirin û piştî lêgerîna tîmên noqavê, ku di ava barajê de lê geriyan û ji qerexê avê 60 km dûr di bin avê de bi kûrahiya 12 metreyan de cesedê wî dîtin. Cesedê El îsa ji bo otopsiyê birin morga tib a edlî ya Meletiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin