Droneke ji Sûriyê tilyak vediguhest Urdinê hate xistin

Droneke ji Sûriyê tilyak vediguhest Urdinê hate xistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku droneke ji ser Sûriyê ve madeyên hişbir vediguhest, li Urdinê hate xistin.

Çavkaniyeke leşkerî ya ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Urdinê ragihandiye, hêzên pasevanên sînor balafireke bêpîlot a ji Sûriyeyê dihat û dixwest bi rêyeke nerewa sînorê Urdinê derbas bike, şopandiye û li nav xaka Urdinê jî ew xistiye xwar.

Ajansa Emon a Urdinê diyar kiriye, piştî ew drone hatiye xistin, tê de 500 gram madeya Crystal a tilyakê hatiye dîtin.

Hêjayî gotinê ye, Urdin yek ji rêgeha sereke ya veguhestina madeyên hişbir a şandina welatên Kendavê ye ku ji ser Sûriyê ve pêk tê. Hikumeta Şamê jî red dike ku têkiliya wê bi çêkirin û qaçaxiya narkotîkê ve heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin