PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya HSDê derbarê rêkeftina agirbestê ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de daxuyaniyeke nivîsikî weşand û diyar kir ku ew dê li gorî rêkeftinê tevbigerin.
Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye: "Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Penece, îro rêkeftina agirbeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Dewleta Tirk de hate ragihandin.
Ev rêkeftin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava heta aliyê bajarê Girê Spî derbasdar e. Rêkeftin agirbestê dê ji saet 22:00an bikeve meriyetê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dike ku ew ê li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî rêkeftinê, tev bigerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin