Li kolanên Ewropayê afîsên ‘Azadî bo Kurdistanê’

Li kolanên Ewropayê afîsên ‘Azadî bo Kurdistanê’

PeyamaKurd – Partiya Marksîst Lenînîst a Almanyayê (MLPD) ji bo kampanyaya xwe hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) afîşên ‘Azadî bo Kurdistanê’ daliqandin.

Hilbijartinên PEyê di navbera 23-26ê Gulanê de têne kirin û hin partiyên ewropî ji bo dengên kurdan bistînin afîşên kurdî li kolanan datînin.

MLPD ku cara duyem e bi afîşên kurdî dengan ji kurdan dixwaze li kolanên Almanyayê afîşên, ‘Azadî bo Kurdistan’ danîn.

Berdevkê MLPDê Peter Weispfenning ji medya Kurdistanê re ragihand, “Me ev slogan di hilbijartinên Almanyayê de jî bikar anîbû. Azadî bo Kurdistan. Ev daxwaziya me ye.”

Peter Weispfenning herwiha da zanîn ku ew ne tenê bi sloganan daxwaziya azadiyê bo kurdan dikin û wiha got:

“Wekî hinek partiyan, em kurdan tawanbar nakin. Em alîkariya bo kurdan wekî peywirekê ji xwe re dibînim. Çunkî kurdên qehreman azadiyê dixwazin. Em jî dixwazin alîkariya hemû gelên bindest bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin