PeyamaKurd- Amerîka piştî êrîşa ser seha petrola Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku ew dikare stoka petrola xwe bixe dewrê. Piştî êrîşên ser seha Saudi Aramcoyê niha hilberîna petrolê gelek kême û ev jî dibe sedem ku bihaye petrolê di didnyayê de zêde bibe. Bo daxistina bihayê petrolê, li seranserê dinyayê Amerîka dikare petrola di stoka xwe de bixe bazara dinyayê.Eger bixe bazarê wê bihayê petrolê bilind nebe û bazara petrolê bê mêzên nemîne.
Niha pirseka dinê ketiye rojevê. Amerîka bo çi stokên xwe di şikeftên xwê de diparêze? Mînaka Erebistanê bersiva vê pirsê dide. Trump behsa stokên xwe dike ku dixwaze bixe bazara dinyayê. Stoka ku Trump behsa wê dike, stokên li eyaletên Texas û Louisiana ne. Di şikeftên xwê de ne û miqdarê wê 645 mîlyon varêl e. Sedema ku Amerîka stokê di destê xwe de dihêle, krîza petrolê ya sala 1973 ye.Di wan salan de Amerîka biryara stokkirina petrolê bo rojên nexweş dide û heya niha dewam dike.
Amerîka stoka petrola xwe li 4 deveran depo dike ku depoyên wan di şikeftên xwê de ne û kûrahiya wan ji erdê 1 km kûr e. Parastina petrolê di varêlan de zahmete û bihaye. Hem ne bi ewle ye. Zora ser petrolê ya di şikeftan de, dema bi xwê de dibe yek, nahêle ku petrol biherike an bixizine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin