PeyamaKurd- Serokê şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê ya bi navê Gazpromê Aleksey Miller ragihand ku ew amade ne bo Ûkraynayê, xazê %25 bi tenzîlat temîn bikin. Miller di çarçoveya Forma Aboriyê ya Navdewletî ya St. Petersburgê (SPIEF) de, bi muxalifên desthilata Ûkraynayê, bi layangirên Rûsan re, bi Viktor Medvedçuk û Yuriy Boyko re hatin cem hev.
Di hevdîtinê de Miller behsa hevdîtinên di mijara xazê de, ya navbera Ûkrayna û Rûsyayê kir û weha got:
“Peymana ku em xazê bifroşin Ûkraynayê, ji peymana ku em xazê di ser Ûkrayna de bişînin Awrûpayê girîngtir e.”
Miller bi taybetî behsa xaza ku dişînin Ûkraynayê de got ku ew dikarin bihayê wê kêm bikin û %25 daxînin. Ûkrayna di sala 2015an de kirîna xazê ji Rûsyayê dabû rawestandin. Xaza ku dê di ser Ûkrayna de here Awrûpayê peymana wê di dawiya sala 2019an de diqede.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin