PeyamaKurd- Li bajarê Entabê bi sedema ciyê danîna erebeyan di navbera 2 malbatên cîran de bi sîlih şer derket. Şer li taxa Şahînbeya Entabê derket û di serî de bi niqaşê destpêkirin û niqaş bû şerê bi çekan.
Her dû malbat bi demançeyan bera hev dan û di encamê de 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn. Ji birîndaran birîna du kesan xedar e. Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê yên 112an de hatin birin bo Nexweşxaneya Şahînbey ya Lêkolîn û Bicîhanînê ya Dewletê.
Polîs li taxê tedbîran sitendin, di mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin û li ciyê bûyerê lêgerîn kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin