PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şanda Encûmena Nûnerên Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad îro 7ê Sibatê derbasî herêma Kurdistanê bû.
Tê çaverêkirin şanda bi serokatiya Dr. Beşîr Hedad digel fraksiyonên PDKê û YNKê serdana ofîsa emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê ya li Hewlêrê kir û biryare piştî wê hevdîtinê serdana aliyên din jî bike.
Piştî civîna Komela Îslamiya Kurdistanê, şanda Iraqê serdana Yekgirtûya Îslamî bike bi polîtburoyên YNKê û PDKê re jî civînekê li dar bixe.
Hat zanîn ku armanca vê serdanê hewldaneke ji bo helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê bike yek û tê xwestin di çarçoveya karê pêşerojê de û derbarê projeyasayên li parlamentoya Iraqê tên derxistin de helwesteke hevbeş bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin