Hinek Basrayî niha bûne heyranê dijminê xwe

Hinek Basrayî niha bûne heyranê dijminê xwe

PeyamaKurd- Saddam Huseyîn li bajarê Basrayê 28 sal berê, raperîna Basrayê ya li hemberê wî, bi qetlîamê dabû rawestandin. Niha xelkê Basrayê bi sedema ku halê wan yê aboriyê baş nîne û av û elektrîka wan kême, di leha Saddam Huseyîn de sloganan diqêrin. Îro li Basrayê di eleyhiya hukumetê de Basrayiyên ku xwepêşandan kirine û meşiyane, bo Saddam Huseyîn gotine; ”Canê me, xwîna me di rêya te de fîda be.”

Li bajarê Basrayê piraniya xelkê wê derê şî’ayên Erebin. Saddam Huseyîn bi sed hezaran xelkê wan kuştibû. Tenê di şerê navbera Iraq û Îranê de, ji riyê Saddam de bi sed hezaran şî’a ji aliyê şîayên Îranî de hatibûn kuştin an bi eksa wê.

Rast e li bajarê Basrayê elektrîk, av, xwarin û kar kême lê ev çawa bû sedema ku xelkê wê derê bibe heyranê kujerê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin