Li Babê operasyon: 1 ton teqemenî hat girtin

Li Babê operasyon: 1 ton teqemenî hat girtin

PeyamaKurd- Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku agahî sitendine li Sûriyê li navçeya Babê di nav bajêr de îmalatxaneyeka teqemeniyê heye û li ser agahiyê; yekîneyên îstîxbarata cendirmeyan, Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyê (MİT) û hêzên cîh operasyon kirine ser îmalatxaneyê. Îmalatxane ya rêxistina DEAŞ ê ye û tê de 1 ton teqemenî bidest xistine.

Di îmalatxanê de telefonên berîka, cihaza bêtêl, kumanda, cihaza ku wext eyar dike, alavên ku li gor giraniyê û hejê eyar dibin, 80 heb teqemeniyên ku bi kardên elektronîk tên teqandin, hevîrê dînamîtan û teqemeniyên di fabrîkê de çêdibin ku dike li dora 1 ton teqemenî hatine girtin.

833 heb funye ku di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn, 300 batarya û bi miqdarê ku 480 heb teqemeniyên bi dest tên amadekirin alav û êlekên bombeyên zindî an yên ku xwe pê diteqînin jî di  îmalatxanê de bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin