Li Amedê di operasyonekê leskerî de pevçûn derket

Li Amedê di operasyonekê leskerî de pevçûn derket

PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku di operasyona ku di navbera navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê de hatiye destpêkirin de pevçûn derketiye.

Îro serê sibehê li herêmeke di navbera navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê yên Amedê de operasyoneke leşkerî dest pê kir. Hat diyarkirin ku li herêma operasyonê pevçûneke dijwar derketiye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, herêma di navbera gundên Godernê, Şêlima û Malê Çalê de bi helîkopterê hatiye gulebarankirin.

Ji hêla din ve, MSBê ragihand ku li Elezîzê 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane lê PKKê heta niha derbarê vê buyerê de tu daxuyanî nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin