PeyamaKurd - Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê Mehdî Şuşterî, di daxuyaniyeke rojnamevanî di red kir ku destê welatê wî di êrîşa li ser Hewlêrê de hebe û got, eger ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê têk biçe, ewlehiya Îranê jî dê têk biçe.
Mehdî Şûşterî dibêje, “Derbarê moşekên ku pê êrîş li Hewlêrê hatiye kirin de, em bi tundî wan tometên li ser me red dikin û dibêjin ku Komara Îslamî ya Îranê ne li pişt avêtina wan moşekan e."
Şûşterî diyar kiriye: “Ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê beşek ji ewlehiya Îranê ye. ewlehiya me bi hev girêdayî ye. Her cure nearamî li Iraqê hebe, dibe sedema nearamiya Îranê, berevajî wê jî, her nearamiya Îranê dibe sedema nearamiya Iraq û Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in ku bi hişmendî û biryara herdu aliyan, em nearamiyê li ser sînorên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de nebînin.”
Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê daye xuyakirin: “Mixabin hin kiryarên terorîstî li sînorê xwe û Herêma Kurdistanê dibînin ku ji aliyê hêzên li Herêma Kurdistanê bi cih dibin ve tên kirin. Em hêvîdar in bi biryara berpirsên Herêma Kurdistanê ti nearamî li ser sînor û li her du welatan nebînin. Bi tekezî, ewlehiya Herêma Kurdistanê ji me re gelekî girîng e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin