PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku hinek dewletên NATOyê berpirsiyariyên xwe naînine cih û bi salan jî deynên xwe nadin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê hinek mesajên girîng parve kirin. Trump wiha got: Hinek dewletên NATOyê hene ku dixwazin em wan biparêzin. Lê belê ew berpirsiyariya xwe bi qasî ji %2yê jî naînin cih. Di heman demê de bi salan deynên xwe nadin. Gelo ew ê deynên xwe bidin?
Trump wiha berdewam kir: “Yekîtiya Ewrûpayê (YE) wilo kiriye ku cotkar û şirketên Amerîkayê nikaribin li Ewrûpayê bazirganiyê bikin. Lê belê ew dixwazin ku em wan bi dilxwazî biparêzin. Tiştekî wiha nabe.”
Li ser van daxuyaniyan Trump, wekîlê partiya Komarparêz Mitch McConnell got ku ti tirsa me nîn e ku Trump ji NATOyê derkeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin