Engel: Divê kurd bên parastin û destûr neyê dayîn ku Tirkiyê êrisî wan bike

Engel: Divê kurd bên parastin û destûr neyê dayîn ku Tirkiyê êrisî wan bike

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Eliot Engel diyar kir ku parastina kurdan li Iraq û Sûriyê bo Amerîkayê berpirsyariyeke exlaqî ye.

Senatorê amerîkî Eliot Engel ji K24ê re axivî û got, ”Rêveberiya Trump, divê li Sûriyê kurdan biparêze û destûr nede ku Tirkiyê êrişî wan bike.”

Ji aliyê din ve Engel got prastina hevpeymanan berpirsyariyeke exlaqî ye, “Berpirsyariyeke exlaqî ya Washingtonê heye ku piştgiriyê bide hevpeymanên xwe yên li Iraq û Sûriyê, divê hevpeymanên xwe paşguh neke.”

‘DIVÊ EM ÎXANETÊ LI KURDAN NEKIN’

Amerîka piştî biryara vekişina hêzên xwe ji Sûriyê û Afxanistanê hem ji hundir ve û hem jî ji derve ve rastî bertekan hatibû.

Senatorê amerîkî Engel di daxuyaniya xwe ya berê de jî gotibû, “Vekişîna ji Sûriyê, îxanet e li hevpeymanên me yên kurd ku îxanet e ku ev demek dirêj e sadiq in bi me re.”

Engel herweha vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê ji bo Îsraîlê jî dê pirsgirêkan derxe, ji ber ku vekişînji aliyê sînorî ve wê Îranê bike cîranê Îsraîlê. Ragêşiya bi Îranê re ya demên dawiyê berê Amerîkayê dide wê stratejiyê ku zêdetir leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.


We ev nûçe xwendiye gelo? / ‘Pentagonê ji Koşka Spî daxwaz kir ku 10 hezar leşker bişînin Rojhilata Navîn'

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin