BCF projeya 500 hezar lître avê ya Perestgeha Lalesê çêdike

BCF projeya 500 hezar lître avê ya Perestgeha Lalesê çêdike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) projeyeke depokirina avê ya bo xizmeta Perestgeha Laleşê çêdike ku dê 500 hezar lître av bi wê projeyê bê embarkirin.

Serpereştê projeya nûjenkirina perestgeha Laleşê Laleş Xalid Nermo got, “Niha projeya çêkirina embara avê ji bo perestgeha Laleşê, ku ji bo xizmetkirina perestgehê ye û ji bo wê jî dê 80 hezar dolar bê xerckirin, ji aliyê Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî tê çêkirin.”

Nermo da zanîn ku bi vê projeyê 500 hezar lîtreyên avê dê li wê embarê bê komkirin û li gor nexşeya endazyarî dê bi rêkûpêkî bê çêkirin ku Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî jî vê projeyê di çarçoveya nûjenkirina perestgeha Laleş de çêdike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin