PeyamaKurd- Amerîka bi sedema ku şîrketeka Rûsyayê li Sûriyê bo artêşa Rûsyayê alîkariyan amade dike, dorpêçê danî ser şîrketê, 5 keştiyan û 3 kesan. Rêvebirên şîrketê ku bo artêşa Rûsyayê petrolê amade dikin, yên bi navên Ivan Okorokov, Karen Stepanyan û Ilya Loginov in ku ketine nav lîsteya Amerîkayê ya dorpêçê.
Beşa çapemeniyê ya wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihand ku ji bilî her 3 rêvebirên şîrketê, dorpêçê daniye bo ser keştiyên bi navên “Yaz, Sig, Sudak, Passat û OT-2077 ê”. Şîrketa ku dorpêç bo ser hatiye danîn ya bi navê ‘JSC Sovfracht’ e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin