PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, li ser êrîşên DAIŞê peyamek belav kir û diyar kir, ji bo jinavbirina terorîstan û dabînkirina ewlehiya navçeyê, pêwîst e hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bihêztir bibe.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di twîtekê de ji malbatên şehîdên ku di êrîşên DAIŞê de şehîd bûne re sersaxî xwest û da zanîn: "Êrîşên DAIŞê yên li ser çeperên Pêşmerge li Mexmûrê, bûyerên metirsîdar in. Erka me ya bilez e ku em niha bersiva wan bidin."
Di êrîşa pêr bi şev (02.12.2021) a DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê de, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin