PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo merasima sondxwarina serokatiya Kurdistanê ya di 10 ê hezîranê de, serokkomarê Iraqê Berhem Salih dawet kir. Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Berhem Salih re axifî.
Di telefonê de Berhem Salih, Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û her dû kesayetî li ser girîngiya pêvajoyê behsa yekîtiyê û koordînasyonê kirin ku divê her dû xal bên parastin. Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa herêmê, Iraq û Kurdistanê şiroveyan kirin.
Barzanî behsa girîngî û pêdiviya koordinasyon û hevkariya navbera Kurdistan û Hukumeta Federal kir û bûn hemfikr. Bi sedema cejna Remezanê jî Barzanî û Salih cejna hev pîroz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin