PeyamaKurd – Li bajarê Idlibê yê Sûriyê di encama şerê di navbera Heyet Tahrir eş-Şamê (HTŞ) û DAIŞê de de ‘Waliyê Idlibê’ yê DAIŞ û rêveberekî rêxistinê hat kuştin.
Li gorî zanyariyên Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê, Heyet Tahrir eş-Şamê (HTŞ) li dijî şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst DAIŞê operasyonek pêk anî û di encam wê operasyonê de, di navbera endamên HTŞê û DAIŞê de şerek derket.
Di encamdana wî şerî de 2 rêveberên pilebilind ê DAIŞê hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku ji du kesên hatine kuştin yek jê ‘Waliyê Idlibê’ yê DAIŞê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin