PeyamaKurd - Li devera Dûbiz ya parêzgeha Kerkûkê berpirsekî DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.
Berdevkê Qaymeqamtiya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Welîd Hemdanî ragihandiye ku ev demek e hêzên ewlehiyê li gund û deverên derdora Dûbizê dest datînin ser baregeh û teqemeniyên DAIŞê, ji ber ku çalakiyên wan zêde bûne.
Welîd Hemdanî got, hêzên ewlehiyê doh kesekî bi navê Ebû Ayşe girtin ku berpirsekî DAIŞê yê karê gihandina xwarin û pêdiviyên lojîstîkî ye bo çekdarên DAIŞê yên li çiyayê Mame.
Bajarokê Dûbiz 45 km dûrî bajarê Kerkûkê ye û dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin