Marotto: Rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare tê birêkxistinkirin

Marotto: Rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare tê birêkxistinkirin

PeyamaKurd – Xaleke sereke ya rêkeftina Bexda û Washîngtonê, tekeziyê li ser vekişandina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ên şerker dike.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto di derbarê wê de da zanîn, rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare tê birêkxistinkirin.

Herwiha Marotto destnîşan kir, ew bi hevkariyên ewlekarî û leşkerî yên bi Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna DAIŞ pabend dibin. Hêzên Hevpeymanan piştevaniyê li Iraqeke aram dikin.

Li gor raporteke rojnameya “New York Times” a Amerîkî, Pentagon 2 hezar leşkerên Firqeya Piyade (4) ji bo rahênankirinê dê li cihê Lîwaya (256) li Iraqê belav bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin