PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, hikûmeta nû ya rejîmê ku bi seroktiya Huseyîn Arnûs e pesend kir.
Li gorî ragihandina Serokwezîrtiya Sûriyê li ser medya civakî, hikûmeta nû ya rejîmê bi seroktiya Huseyîn Arnûs ê ku li şûna serokwezîr Îmad Hamis hatibû destnîşankirin, hat avakirin û ji alişê Beşar Esed ve hat pesendkirin.
Di hikûmeta nû de, wê Welîd Mualim wezîrtiya derve û Elî Ebdullah Eyup jî li ser erka xwe ya wezareta berevaniyê bimînin.
Herwiha Mualim û Eyup wekî cîgirê serokwezîr hatine destnîşan kirin.
Di kabîneya hikûmetê de 29 wezîr hene ku wezîrên çand û ewlehiya civakî jin in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin