PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya îro 3yê Tîrmehê ya Bexdayê de, bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re civiya.
Hate ragihandin ku Serok Barzanî û serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, pabendbûna xwe ya bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşandan.
Herwiha li ser pirsên navxweyî û herêmî, derbaskirina rewşên dijwar bi giştî, pirsên aborî û siyasî û çend mijarên din ên girîng jî di civîna Serok Barzanî û serokên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin