PeyamaKurd – Şeva borî, bi 9 moşekan êrîşî binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li nêzîkî nahiya Zêlkan a ser bi Şêxanê ve kirin.
Li gor Rêveberê nahiya Zêlkanê Mihemed Emîn diyar kiriye, şeva borî di saet 12.00, 9 moşek arasteyî serbazgeha Tirkiyê hatin kirin ku binke li nêzikî wê nahiyê ye.
Mihemed Emîn herwiha destnîşan kiriye: “Ew moşek ji herêma dikeve başûrê wê serbazgehê ve hatine arastekirin û li derdora serbazgehê ketin xwarê, ziyaneke canî nebûye.”
Binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê ku dikeve bakurê çiyayê Başîk, sala 2015an hat avakirin û wê demê meşq û rahênan bi Hêza Heşda Wetenî dihat kirin ku hêzeke Sunne ya Iraqî ye û ji bo rûbirûbûna DAIŞê dihat amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin