PeyamaKurd – Li Wanê, bi biryara dadgehê 7 kes bi hinceta qeçaxçîtiya koçberan kirine hatin girtin.
Li gor Rêveberiya Ewlekariya Wanê diyar kir, bi armanca rêgirîkirin li qeçaxçitiya bi koçberan, hefteya borî 7 operasyon hatine kirin û bi hinceta qeçaxçitiya bi koçberan, 17 kes hatine desteserkirin.
Herwiha 17 kesên hatin desteserkirin, piştî temambûna îfadeya wan ji bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê biryara girtina 7 kesan da û 10 kes jî hatin berdan û hêzên emnî bi hinceta di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn, dest danîn ser 4 otomobîlan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin