PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê, li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta endamtiya rêxistinê, 5 kes desteser kirin.
Li gor hat ragihandin, polîsan do 31ê Gulanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, li navçeya Dihê girtin ser gelek malan.
Hat zanîn, di encama sergirtina malan de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” kesên bi navên Nezîr Oktay, Mahmut Oktay, Nurettin Beştaş, Miraç Aydogan û Muhammed Kayaci hatin desteserkirin.
Herwiha 5 kesên ku hatine desteserkirin, birine Rêveberiya Ewlekariya Dihê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin