PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama erdheja şeva borî ya bi pileya 5,9 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê de, zêditirî 70 gundan xisar dîtiye.
Li gorî ragihandina parêzgarê Azerbaycana Rojava Sadiq Mutemediyan, di erdhejê de 2 kesan can daye û 664 kes jî birîndar bûne ku ji ber giraniya birînên 16 kesan ew ji bajarê Selmasê veguhestina nexweşxaneyên Xoyê.
Hatiye diyarkirin ku herî kêm li 70 gundan xisar çêbûye û 20 erdhejên paşgo jî rû dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin