Birayê Dalya Mehmûd: Em Herêma Kurdistanê tawanbar nakin

Birayê Dalya Mehmûd: Em Herêma Kurdistanê tawanbar nakin

PeyamaKurd - Li ser tohmeta radestkirina biraziya serokê berê yê YPGê Salih Muslîm, Dalya Mehmûd Muslîm nîqaş berdewam dikin. Birayê Dalya Mehmûd di beşdarbûna televizyonekê de diyar kir, ‘‘Em Herêma Kurdistanê di derbarê radestkirinê de tawanbar nakin û di derbarê vê de tu delîl di destê me de tuneye.’’

Birayê Dalya Mehmûd got, ''Em Herêma Kurdistanê tawanbar nakin û di destê me de tu delîl tune ku Herêma Kurdistanê Dalya radestî Tirkiyeyê kiriye. Di derbarê bûyerê de Salih Muslim tu daxuyanî nedaye. Hemû axaftinên li ser wî tên kirin dûrî rastiyê ne, ne rast in.''

Herwiha birayê Dalya Mehmûd diyar kir, Dalya tenê li Herêma Kurdistanê dijiya û daxwaza wan ji Hikûmetê Kurdistanê ew e ku Dalya ji nav destê Tirkiyê derxin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin