PeyamaKurd – Birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê ewlehiya wê bi sûcê gendeliyê hatin desteserkirin.
Saziya Asayîşa Niştimanî ya Iraqê desteserkirina birêveberê kargeha çîmentoyê ya Şingalê û berpirsê parastina wê tekez kir û diyar kir:
“Her du kesan dema gendelî kirin hatin desteserkirin.”
Kargeha çîmentoyê ya Şingalê her roj 3.200 ton çîmento hildiberîne û hilberîna wê ya salane digihîje 2 milyon tonan.
Li Şingalê, ji ber hebûna milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên neqanûnî, gendelî pir zêde bûye û kêm caran berpirsyar ji ber gendeliyê tên cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin