PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Bizava Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî li civînekê ji rêveberên partiya xwe daxwaz kir, ji bo di hilbijartinên şaredariya Stenbolê yên 23yê Hezîranê de dengên Kurdan bistînin, derî bi derî li malan bigerin.
Li gor medya Tirkiyê Bahçelî di civîna ligel serokên rêxistinên bajaran ên MHPê de got, “Li ser gelê Kurd lîstik tê lîstîn. Kurd û Tirk em hemû bira ne. Wekî ku HDP nûnertiya Kurdan dike tê nîşandan. Divê hûn ji hemwelatiyan re bibêjin ku ev nerast e. Vê hişmendiyê bişkînin.”
Bahçelî herwiha diyar kir, "Stenbolê ji bo me gelekî girîng e. Hûnê derî bi derî bigerin. Bêyî cûdakirina partiyan hûnê bixebitin.”
Devlet Bahçeliyê ku bi dijatiya Kurdan û mafên wan ên rewa tê zanîn, di hilbijartinên beriya niha de ligel tifaqa partiya deshilatdar AKPê gefên dijwar dixwarin û hema bêje hemû Kurd bi terorê tawanbar dikirin. Bahçelî niha jî ji bo hilbijartinên dubare yên Stenbolê çav berdaye dengên Kurdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin