PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 125 kes jî baş bûne ku du roj in ti mirinên koronayê nehatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 59 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 22 kes li Hewlêrê, 21 kes li Silêmaniyê, 16 kes li Duhokê ne.
Bi amarên dawî re hejmara pêketinan li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 106719 kesan, ya mirinan bûye 3492 kes û heta niha 102041 kes jî ji vîrusa koronayê baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin