157 Rojnamevanan di girtîgehan de pêswazî li cejnê kir

157 Rojnamevanan di girtîgehan de pêswazî li cejnê kir

PeyamaKurd - Înîsiyatifa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora meha gulanê ya binpêkirina mafên rojnamevana bi raya giştî re parve kir. ÎRA, di raporê de diyar kir ku di mehê borî de jî zextên li ser rojnamevanan kêm nebûn û 157 Rojnamevan Cejna Remezanê di girtîgehan de pêşwazî dikin.

Înîsiyatifa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora meha gulanê ya binpêkirina mafên rojnamevanan bi raya giştî re parve kir.

ÎRAyê da zanîn ku politîkayên tundiyê ya desthilata AKPê ya li ser medyaya ku serî natewîne bi rê û rêbazên cuda didome û wiha got:

“Bi taybetî li dijî medya muxalif bi krasê “hiqûqê’ bi binçavkirin, girtin û êrîşa li dijî Rojnamevanan tundî didome. Li kolanê Rojnamevan rastî êrîş û lêdanê tên. Xebata wan tên astenkirin, rastî lêdanê tên û rumeta wan tên kişandin. Polîtîkayên tundiyê yên îktîdarê destûr dide ku rojnamevan li kolanê rastî lêdanê bên, wênekêş û kamerayên wan bên desteserkirin. Herî dawî rojnamevan-nivîskar Sabahattin Onkibar li pêş mala xwe ya Enqereyê, rojnamevan Îdrîs Ozyol li Antalya, rastî êrîşê hatin. Em van hemû tundî û êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Em dixwazin ev organîzetorên van êrîşan bên girtin û darizandin.”

ÎRAyê da zanîn ku dixwazin ku qedexeya li ser weşanan, cezayê li rojnamevanan tê birîn, dozên ten vekirin, binçavkirin û girtin bi dawî bibin û wiha lê zêde kir:

“Li gorî vê yekê di çarçoveya niqaşa “Reforma Darazê” de divê meseleya “azadiya çapemenî û îfadeyê” li gorî reforma esasî bê rastkirin û bi zagonan bê mîsogerkirin. Li gorî vê yekê divê berî her tiştî 157 hempîşeyên me yên rojnamevan ku girtî ne bên berdan. Divê hemû rojnamevanên tên darizandin, darizandina wan bi dawî bibe. Di vê mehê de li 13 xebatkarên Azadiya Welat û bi tevahî li hemû xebatkarên wê lêpirsîn hatin vekirin. Em di serî de dixwazin lêpirsîna ku li Xwediye Îmtîyazê yê rojnameya Azadiya Welat, 4 midûrên nivîsê, edîtor, nûçegihan, nivîskar, belavkar, ajokar û nanpêje wê hatiye vekirin betal bibe. Lêpirsîna li rojnamevan û edîtorên Azadiya Welat Bişar Durgut, Mehmet Çetîn Altun, Metîn Gul, Ferît Koyluoglu, Îsmaîl Çoban, Yildirim Temel, Emrah Kelekçîer, Mehmet Şah Aydemîr, Elfesiya Baran, Velat Oztekîn, Zeynel Abîdîn Bulut, Zafer Tuzun, Rojhat Bilmez hatine vekirin bi dawî bibe.”

ÎRA destnîşan kir ku di meha gulanê re her roj rojnamevan rastî astengiyan hatin û wiha bi dawî kir: “Ji 1’ê gulanê heta 25’ê gulanê rojnamevanên çalakiyên dayikan ên rûniştinê yên li Parka Koşuyolu ya Amedê, pêş Girtîgeha Gebze û Girtîgeha Bakirkoyê şopandin rastî astengiyên polîsan ên keyfî hatin. Polîsan ew binçav kirin, wêne û dîmenên wan desteser kirin.

Binpêkirina mafên rojnamevanan a meha gulanê wiha ye:

  • 157 Rojnameger Cejna Renezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin.
  • 6 Rojnamevan hatin binçavkirin.
  • 13 Rojnamevan rastî lêpirsînê hatin.
  • 44 Rojnamevan hatin darizandin.
  • 10 Rojnamevan rasti ceza hatin.
  • 2 Rojnamevan hatin girtin.
  • 40 caran Rojnamevan rastî astengiyan hatin. Wêne, dîmenên wan hatin desteser kirin.
  • 5 Rojnamevan rastî êrîşe hatin.
  • 2 Rojnamevan hatin berdan.”
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin