Hêzên Rus: Me Dugin kust, em ê Putin jî tune bikin

Hêzên Rus: Me Dugin kust, em ê Putin jî tune bikin

PeyamaKurd- Piştî kuştina keça şêwirmendê Vladimir Putin, Darya Dugin; ji aliyê Artêşa Komara Neteweyî ya Rusyayê ve daxuyaniyek hat dayîn ku ew suîkast ji aliyê wan ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de gefên giran li Vladimir Putin jî hatin xwarin.

Di bûyera ku qewimî de ji aliyekê ve hêzên Ukraynayê hatin tawanbarkirin û ji aliyekê ve jî di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê îro daxuyaniyeke balkêş hat belavkirin ku ev bûyer bi destên hêzên Rus çêbûye. Di daxuyaniya ku ji aliyê vê artêşa ku li dijî Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin rabûye de wiha hat gotin:

“Em, wekî aktivîstên Rus, leşker û siyasetmedar, niha jî partîzan û şervanên Artêşa Komara Neteweyî ya Rusyayê; em kesên şerxwaz, diz û zalimên nav gelên Rus, wekî kesên dijyasayî îlan dikin. Em, Serok Putin wekî tawanbarê leşkerî yê ku makezagonê diguherîne û di nav xelkên Slavê de rê li ber şerê birakujiyê vekiriye û xespa otorîteyê dike, îlan dikin.

Ew ê Putin ji aliyê me ve ji ser tex bê daxistin û bê tunekirin. Armanca me ew e ku em xirabûna Rusya û cîranên wê bidin rawestandin. Em rayedarên hikûmeta Rusyayê, wekî hevkarên tawana xespê îlan dikin.

Kesên ku dest ji kar bernedane, dê ji aliyê me ve werin tunekirin. Kesên ku tobe nekiribin û bi awayekî vekirî li dijî şerê hikûmetê derneketibin, em ê wan û malên wan tune bikin. Em hêzên ewlehiyê, hevkarên xespvanan îlan dikin. Em ê kesên ku çek dananîne, tune bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin