Bo Saredariya Cizîrê qeyûm hat danîn

Bo Saredariya Cizîrê qeyûm hat danîn

PeyamaKurd - Bo Şaredariya navçeya Şirnexê Cizîrê ya HDPyî qeyûm hat peywirdarkirin. Şaredarê hilbijartî yê Cizîrê biryara peywirdarkirina qeyûmî piştrast kir.

Li gorî agahiyên berdest ji bo Şaredariya Cizîrê ku di hilbijartinên 31ê Adarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kiribû, qeyûm hat peywirdarkirin. Polîsan nehişt wesayîtên paqijiya nava bajêr ji şaredariyê derkevin.

Şaredarê hilbijartî yê Cizîrê Mehmet Zirig biryara peywirdarkirina qeyûmî piştrast kir û diyar kir ku ji ber ku ew ne li mal bûye tebligat nedane wî lê dane muxtarî.

Piştî peywirdarkirina qeyûmî polîsan hemû rêyên ku diçin şaredariyê girtin.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha bo van şaredariya qeyûm hatine wezîfedarkirin: Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê; Şaredariya Colemêrg, Gever, Pasûr, Peyas, Bismil, Karaz, Qereyazi, Nisêbîn, Erdîş û Cizîr.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin