PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku ew ê sibe dest bi derzîkirina Covid-19 ya penaberên li Kurdistanê bikin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî da xuyakirin ku ew ê sibe 25ê Gulanê dest bi lêdana derzîyên korona bo penaber û koçberan bikin.
Dr. Berzencî da zanîn ku konsulxaneya Îmarat li Hewlêrê hinek derzîyên Covid-19 ji bo penaberan dabîn kiriye û ew ê wan sibê li penaber û koçberan bidin ku wê helmeta derzîkirinê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin